Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Projeya Rêya Kesnezan-Gomespanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, serdana projeya rêya du-rê (dûsayd) a di navbera Kesnezan û Gomespanê de kir. Ev proje wek projeyeke girîng a sînorê Hewlêrê tê dîtin û ji aliyê Kompanyaya Hêmin Group ve tê cîbicîkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ligel destxweşiya li serpereştyar, endazyar û karkerên projeyê, tekezî li ser girîngiya temamkirina wê di dema diyarkirî de û li gorî rênima û pîvanên teknîkî kir.

Taybetmendiyên Projeyê:

Dirêjahiya rêyê 15 kîlometre ye û firehiya her aliyekî wê zêdetirî 10 metreyan e. Her aliyek dê ji du rêçên sereke û rêçeke hawarhatinê pêk were. Proje ji dawiya rêya Kesnezanê dest pê dike û li derbenda Gomespanê bidawî dibe.

Ev projeya stratejîk herwiha 4 pir, 1 jêrderbas (underpass) û 40 avderbasên sindoqî (box culvert) yên bi pîvanên cuda li xwe digire. Li gel van, têlên parastinê û sîstemeke avrêjê jî dê werin çêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment