Dadgeha Enqereyê Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk bêsûc derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, di doza ku bi tohmeta "propagandaya ji bo rêxistina terorê" lê hatibû vekirin de, ji aliyê dadgehê ve bêsûc hat dîtin. 

Rûniştina dozê li 14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê birêve çû. Ahmet Turk bi xwe beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerên wî bi awayekî online amade bûn. 

Di dema rûniştinê de, dozgerê giştî daxwaz kir ku Ahmet Turk li gorî tawana ku pê tê tometbarkirin were cezakirin. Lê belê, parêzerên Tirk ev yek red kirin û anîn ziman ku Ahmet Turk siyasetmedar e û darizandina wî ya li ser axaftineke sala 2011'an neyasayî ye. Wan daxwaza bêsûcderxistina muwekîlê xwe kirin.

Piştî parastina parêzeran, serokê dadgehê biryara xwe eşkere kir. Di biryarê de hat diyarkirin ku daxuyaniyên Ahmet Turk dikevin çarçoveya "azadiya ramanê" û ji ber ku delîlên dozê têrker nebûn, biryara bêsûcderxistina wî hat dayîn. 

Ahmet Turk, yek ji siyasetmedarên navdar ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê ye ku di sala 1942'yan de li Mêrdînê ji dayik bûye. Di hilbijartinên şaredariyan de sê caran wek Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê hatiye hilbijartin, lê her carê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin. Herwiha, ew endamê Şandeya Îmraliyê ya ji bo pêvajoya aştiyê bû.

 
 
Fly Erbil Advertisment