Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pira bilind a Deriyê Soranê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro dê projeya pira bilind a Deriyê Soranê veke. Ev proje dê rêyên Hewlêr, Mêrgesor, Rewandiz û Çomanê bi hev ve girê bide.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) dê Projeya pira bilind a Deriyê Soranê veke.
Zêdetirî 33 milyar û 358 milyon dînaran ji bo vê projeya hatine terxankirin û 900 roj jê re hatibûn diyarkirina ku hatibam temamkirin, lê salekê berî dema xwe ya diyarkirî qediya.
Ev proje pir stratejîk e. Li gorî haydariyan, ew rêyên Hewlêr, Mêrgesor, Rewandiz û Çomanê bi hev ve girê dide.
Ev proje ji rêyeka sereke ya dualî pêk tê, ku dirêjahiya wê 2 hezar û 905 metre ye û her aliyek jî ji sê xetan pêk tê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Sêşemê (28ê Gulana 2024ê) serdana Rêveberiya Serbixwe ya Soranê kir û berê bingehê yê çar projeyan dana ku ev bûn: rêya dualî ya 40 metreyî ya Hola Helkeftinan - Şehîdên Azadiyê, Parka Navenda Bajarî, Parka Neteweyî û Overpasa Deriyê Soranê.
