Kirmanşan.. Di şeş mehan de 300 kes di qezayên trafîkê de mirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Bijîşkiya Qanûnî ya Parêzgeha Kirmanşanê got: “Di şeş mehên pêşîn ên îsal de, 300 kes di qezayên trafîkê de mirine.”
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Bijîşkiya Qanûnî ya Parêzgeha Kirmanşanê Bêhtaş Xanîabad îro (Duşem, 27ê Cotmeha 2025ê) ji ajansa Tesnîmê ya nûçeyan re ragihad: “Hejmara mirinên di qezayên trafîkê de li parêzgeha Kirmanşanê di şeş mehên pêşîn ên îsal de gihîştiye 300 kesan. Par, di eynî demê de 294 kes di qezayên trafîkê de mirine.”
Bêhzad Xanîabad herwesa got: “Ji wê hejmarê, 57 kes li nav bajarî û 243 kes jî di qezayên trafîkê yên li ser rêyên derveyî bajaran de mirine.
Navbirî amaje jî da: “Di qezayên trafîkê yên şeş mehên pêşîn ên îsal de 7 hezar û 217 kes birîndar bûne, ku 2 hezar û 482 ji wan jin û 4 hezar û 735 jî mêr bûn. Hejmara birîndarên qezayên trafîkê yên eynî dema sala borî 6 hezar û 42 kes bû.”
Birêvebirê Giştî yê Birêvebiriya Bijîşkiya Qanûnî ya Parêzgeha Kirmanşanê di dawiya axaftina xwe de tekez jî kir: “Pabendnebûna bi rênimayên trafîkê, lezatiya zêde û kalitiya nebaş a timbêlan û rêyan sedemên sereke yên qezayên trafîkê û mirin û birîndarbûna welatiyan in.
