Cemîl Bayik: Armanc entegrasyona demokratîk e, ne asîmîlasyon e

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik, di hevpeyvînekê de derbarê "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de axivî û çarçoveya qonaxa nû ya pêvajoyê şîrove kir. Bayik tekez kir, armanca sereke ya bangê ne helandin an jî asîmîlekirina Kurdan e, belkû pêkanîna "entegrasyoneke demokratîk" e.

Bayik di bersivên xwe yên ji bo Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de, da zanîn ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di banga xwe de balê dikişîne ser têkiliya hezar salî ya Kurd û Tirkan û dixwaze ev têkiliya ku di 200 salên dawî de hatiye şikandin, ji nû ve were sererastkirin.

Li gorî Bayik, Ocalan ji bo pêkanîna vê biratiyê behsa "entegrasyona demokratîk" dike û dibêje: "Entegrasyon ne asîmîlasyon e, ne helandin e û ne jî Tirkkirin e. Kurd dê bi nasname, ziman, çand û xwerêveberiya xwe hebin." 

Bayik destnîşan kir ku polîtîkayên înkar û tinekirinê yên dewleta Tirk, Kurd ji Komara Tirkiyeyê qut kirine û ji bo sererastkirina vê rewşê, divê hebûna hemû nasnameyan bi awayekî destûrî û yasayî were misogerkirin.

Bayik herwiha amaje bi wê yekê kir ku sedema derketina PKKê girtina kanalên siyaseta demokratîk bûye, lewma Ocalan dixwaze Tirkiye bi demokratîkbûna qada siyasî bikeve sedsala xwe ya duyemîn.

Derbarê gumanên gel ên li ser danîna çekan û xwehilweşandina PKKê de, Bayik got ku gel bi kelecaneke mezin pêşwazî li bangê kiriye, lê hin gumanên wan jî hene. Herwiha da zanîn jî, qebûlkirina Ocalan weke muxatab piştî 27 salan, bi saya têkoşînê pêk hatiye û ev yek ji bo gel cihê dilrehetiyê ye.

 

 
Fly Erbil Advertisment