Parêzgarê Dihokê: Kurdistan24 her dem peyama niştimanî hilgirtiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê, Dr. Elî Teter bi boneya 10emîn salvegera destpêkirina weşana Kurdistan24ê, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Teter di peyama xwe de destnîşan kir ku Kurdistan24 "di karê medyayî de bûye werçerxaneke nû" û xizmeteke mezin gihandiye her çar parçeyên Kurdistanê.

Parêzgarê Dihokê di peyamê de pîrozbahî li rêveber û karmendên Kurdistan24 kir û rola wê ya niştimanî bilind nirxand.

Peyama Parêzgarê Dihokê:

Bi boneya derbasbûna 10 salan ji weşana Kanala Kurdistan24, germtirîn pîrozbahiyan arasteyî rêveber û karmendên wê dikin.

Kanala Kurdistan24ê her dem helgirê peyameke niştimanî bûye û kariye xizmeteke zor bigihîne her çar parçeyên Kurdistanê û bi rastî û bi wêrekî bûye werçerxaneke nû di karê medyayî de li Herêma Kurdistanê.

Dubare salvegera destpêkirina weşana Kanala Kurdistan24ê pîroz be û bi hêviya serkeftinê di karê xwe yê pîşeyî de ji bo gihandina xizmeta gel û welatî.

Dr. Elî Teter
Parêzgarê Dihokê

 
Fly Erbil Advertisment