Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniya Mihemed Senkerî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berê Kurdistana Sûriyê daxuyaniyeke tund belav kir û tê de Rêveberê Karûbarên Siyasî yê Herêma Efrînê Mihemed Senkerî şermezar kir, piştî ku wî di hevpeyvîneke televîzyonî de zimanê Kurdî wek "zimanekî biyanî" binav kir. Herwiha Berê daxwaza lêborîn û dûrxistina wî ji postê wî kir.

Li gor daxuyaniya ku îro, 4'ê Mijdara 2025'an, ji aliyê Berê Kurdistana Sûriyê ve hatiye weşandin, Mihemed Senkerî duh 3'ê Mijdarê di hevpeyvîneke tilfizyonî de, zimanê Kurdî wek zimanekî "biyanî" binav kiriye û ew xistiye heman kategoriyê bi zimanên Tirkî, Fransî û Îngilîzî re.

Berê Kurdistana Sûriyê ev daxuyanî bi tundî şermezar kir û ew wek "heqaretek li gelê Kurd û tinekirina dîroka wî ya kevnar" binav kir ku zirarê digihîne jiyana hevbeş û aştiya civakî. 

Di daxuyaniyê de hat tekezkirin jî, binavkirina zimanê Kurdî wek biyanî li herêmeke Kurdî mîna Efrînê, nîşana hewldana tinekirina nasnameya wê ya dîrokî ye.

Di daxuyaniyê de pirs hate kirin: "Ma ev kes qebûl dikin ku Erebî li Dêra Zor û Reqayê wekî zimanekî biyanî bê naskirin?" Herwiha hat gotin ku zimanê Kurdî li Efrînê û tevahiya Kurdistana Sûriyê beşekî bingehîn ji nasnameya axê ye, çawa ku zimanê Erebî li herêmên xwe ye.

Berê bi awayekî zelal daxwazên xwe anîn ziman û got ku divê Mihemed Senkerî bi fermî lêborînê bixwaze, ji posta xwe bê dûrxistin û kesek ji xelkê resen ê herêmê li şûna wî bê erkdarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku daxuyaniyên bi vî rengî ji aliyê berpirsên hikûmî ve, ne cara yekem in û ev yek di çarçoveya siyaseta "tinekirina hebûna gelê Kurd û mafên wî" de ye. Herwiha Berê Kurdistana Sûriyê bang li Tevgera Kurdî kir ku li "alternatîfeke guncaw" bigere, eger desthilat di siyaseta xwe ya li hember Kurdan de berdewam bike û mafên wan ên li gorî yasayên navdewletî red bike.

 
Fly Erbil Advertisment