Bîlançoya Cotmehê: Di operasyonên HSD'ê de 79 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkoşîna xwe ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomînin. Di çarçoveya van hewldanan de, di meha Cotmehê de 6 operasyonên cuda hatin lidarxistin û di encamê de 2 jê serçete, bi giştî 79 çete hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine berhevkirin, operasyonên di meha Cotmehê de wiha pêk hatin:

- 1'ê Cotmehê: Li herêma Tikêhî ya rojhilatê Dêrazorê, HSD'ê êrişeke şaneyên DAIŞ'ê têk bir û 3 çete girtin. Di operasyonê de çek û belgeyên ku têkiliya wan bi rêxistinê re îsbat dikin hatin desteserkirin.

- 5'ê Cotmehê: Li gundewarên Eyn Îsayê, bi taybetî li bajarokê Hîşeyê, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke berfireh li dar xistin. Di encama vê operasyonê de 71 çete hatin girtin û gelek çek hatin desteserkirin.

- 16'ê Cotmehê: Hêzên Komandos ên HSD'ê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li gundewarên rojhilatê Dêrazorê du operasyonên cuda pêk anîn. Li gundê Berîha çeteyek û li gundê Sebha jî 2 çete hatin girtin.

- 21'ê Cotmehê: Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên HSD'ê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî li bajarê Tebqayê operasyonek li dar xist û serçeteyê şaneyeke DAIŞ'ê yê bi navê Ehmed Ebdulqadir El Mûsa girtin. Hat ragihandin ku El Mûsa berpirsê wergirtin û şopandina nuqteyên HSD'ê bû.

- 23'ê Cotmehê: Di operasyoneke din a TOL'ê de li bajarokê Meskene yê rojhilatê Helebê, serçeteyê bi navê Ehmed Xelef El Hisên hate girtin.

Bi giştî, di nava meha Cotmehê de 6 operasyon hatin lidarxistin û di encamê de 2 jê serçete, 79 çete hatin girtin.

Li gorî bîlançoya giştî ya ji destpêka îsal ve, HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn 76 operasyon pêk anîne. Di van operasyonan de 2 jê serçete 7 çete hatine kuştin, herwiha 5 jê serçete 175 çete jî hatine girtin.

 
Fly Erbil Advertisment