Piştîwan Sadiq: PDK dê li Mexmûrê serkeftineka mezin tomar bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê daxwaz ji dengdêr û cemawerê PDKê li devera Mexmûrê kir ku, bi germ û gur biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê Piştîwan Sadiq îro (Sêşem, 4ê Mijdara 2005ê) li Mexmûrê di nav ahenga bangeşeyê ya PDKê de got: “Cemawerê PDKê hêza xweragir a partiya me ye. Em serbilind in ku ev cemawer û kesayetî li wê deverê hene.”
Piştîwan Sadiq herwesa got: “Em piştrast in ku bi piştgiriya we, PDK dê li wê deverê serkeftineka mezin bi dest bixe. PDK çiqas zêdetir dengan bistîne, ewqas garantiyên demokrasî û destûrê jî dê zêdetir be, herwesa tenahî û ewlehî dê ji bo wê deverê vegerin.”
Berpirsê Mekteba Rêxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê daxwaz ji cemawerê partiyê kir ku, li roja dengdanê hemî bi hev re biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin lîsta 275ê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Gera şeşê ya hilbijartinên Parlementoya Iraqê dê li roja 11ê Mijdara 2025ê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê bên kirin.
