Wezareta Pêşmerge: Alîkariya darayî ya Hevpeymanan sibe tê belavkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, sibe 6'ê Mijdarê, dê dest bi belavkirina alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha Cotmehê bê kirin.
Di daxuyaniyekê de, wezaretê amaje bi wê yekê kir ku "Duh 4'ê Mijdarê, alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha Cotmehê kete ser hesabê Wezareta Pêşmerge."
Li gor daxuyaniyê, îro 5'ê Mijdarê, ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Bûdce û Bernameyan (Jimaryariya Leşkerî) ve dê dest bi rêkarên darayî û jimaryariyê ji bo temamkirina amadekariyan bê kirin û ji bo vê mebestê, sibe dê dest bi belavkirina alîkariyê bê kirin.
Wezareta Pêşmerge herwiha eşkere kir, di vê mehê de, zêdetirî %97 ji efser, pileder û Pêşmergeyan dê bi rêya Projeya "Hejmara Min" alîkariya Hevpeymanan werbigirin, û yên din jî dê bi rêya sîstema bankê alîkariyên xwe werbigirin.
