Mesrûr Barzanî: Hewlêr dê bibe yek ji girîngtirîn bajarên geştiyariyê yên cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Mijdarê di merasîma danîna kevirê bingehîn ê Projeya "Rêya Jiyanê" de li Hewlêrê gotarek pêşkêş kir û ragihand, ev proje dê bibe yek ji cihên herî balkêş ên geştyariyê li Hewlêr û Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî di gotara xwe de got: "Ev yek ji projeyên girîng ên bajarê Hewlêrê ye û bêguman, dê bandoreke wê ya piralî li ser pêşketin û geşedana zêdetir a bajarê Hewlêrê hebe, bi taybetî ji aliyê geştyariyê ve."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî armanca projeyê anî ziman û got: "Ji ber vê yekê me biryar da ku ev projeya girîng li vê herêmê bê çêkirin, ku dê guherîneke bingehîn di hemû waran de di jiyana xelkê van taxan û bajarê Hewlêrê bi giştî de çêbike û dê bibe yek ji cihên geştyarî yên herî balkêş ên Hewlêr û Kurdistanê."
Tekez kir jî: "Hewlêr niha yek ji bajarên herî pêşketî yên Iraqê û herêmê ye. Bi temambûna herdu projeyên Kembera Kesk û Rêya Jiyanê, dê qonaxeke din a geşedan û avedaniyê li bajarê Hewlêrê dest pê bike û dê bibe yek ji bajarên geştyarî yên herî girîng ên cîhanê, ku xwedî dîrokeke kevnar û di heman demê de xwedî pêşketin û avedaniyeke berbiçav e jî."
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan
Rêzdar amadebûyên hêja, gelek bi xêr hatin. Dema we baş.
Kêfxweş û bextewer im ku îro ligel we me ji bo danîna kevirê bingehîn ê yek ji projeyên girîng ên bajarê Hewlêrê, ku bêguman dê bandoreke wê ya piralî li ser pêşketin û geşedana zêdetir a bajarê Hewlêrê hebe, bi taybetî ji aliyê geştyariyê ve.
Me gelek gazin derbarê rewşa nebaş û nexweş a vî cihî dibihîstin. Ev cih di eslê xwe de wekî rêgehekê bû ji bo rêgirtina li lehiyê, lê mixabin piştre bû cihê komkirina ava qirêj, zibil û bermayiyan, ku ji aliyê tenduristiyê ve jî bûbû cihê metirsiyê li ser jiyana niştecihên van taxan.
Ji ber vê yekê me biryar da ku ev projeya girîng li vê herêmê bê çêkirin, ku dê guherîneke bingehîn di hemû waran de di jiyana xelkê van taxan û bajarê Hewlêrê bi giştî de çêbike û dê bibe yek ji cihên geştyarî yên herî balkêş ên Hewlêr û Kurdistanê.
Di qonaxa yekem de, ev proje dê park, keskatiyê, kanalîzasyona sindoqî û kanaleke bi ava paqij, ava baranê û lehiyê li xwe bigire. Herwiha dê gelek dikan, koşk û cihên lîstikê lê bên çêkirin û dê bibe navçeyeke dilkêş a geştyariyê di dilê bajarê Hewlêrê de, ku dê derfetên karî yên zêde jî ji bo ciwanên me biafirîne.
Me her dem armanc kiriye ku di pêşxistina bajar û bajarokan de hevsengî hebe, û tenê giringî neyê dayîn navenda bajaran an jî çend tax û navçeyan bi tenê. Lewma divê cudahiya di navbera taxan de bê kêmkirin. Belkî, pêwîst e di geşedana bajarên me de, li gorî taybetmendiyan, giringî ji hemû navçeyan re bê dayîn û di xizmetguzariyên jiyanê de wek hev sûdê werbigirin.
Me ev siyaset li seranserê Kurdistanê bi cih aniye, ku cudakarî ne di navbera bajaran de û ne jî di nav bajaran û taxan de bê kirin.
Hewlêr niha yek ji bajarên herî pêşketî yên Iraqê û herêmê ye. Bi temambûna herdu projeyên "Kembera Kesk" û "Rêya Jiyanê", dê qonaxeke din a geşedan û avedaniyê li bajarê Hewlêrê dest pê bike û dê bibe yek ji bajarên geştyarî yên herî girîng ên cîhanê, ku xwedî dîrokeke kevnar e û di heman demê de xwedî pêşketin û avedaniyeke berbiçav e jî.
Ev şoreşa avedaniyê ya ku me dest pê kiriye, hemû parêzgeh, bajar û navçeyên Kurdistanê li xwe girtiye û dê berdewam jî be, ji bo gihîştina geşepêdaneke berfireh û piralî, ku armanca wê ya sereke xizmetkirina welatiyên Herêma Kurdistanê ye; ji aliyê pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên giştî, dabînkirina derfetên karî yên zêdetir û pêşxistina veberhênanê di sektorên cuda de.
Pîrozbahiyê li xelkê Hewlêrê, bi taybetî li niştecihên vê herêmê dikim, ku piştî demeke kurt, dê guherîneke coreyî di jiyana wan de û ji bo baştirbûna jîngeh û tenduristiya wan çêbibe.
Tiştê ku zêdetir ez kêfxweş kirime, û cihê rastiyê be, çêbûna wê baweriyê ye ku niha xelk bi hikûmeta xwe heye, û ew têkiliya saxlem a ku di navbera hikûmet û sektora taybet de çêbûye. Ev hevkarî û piştgiriya welatiyên xweşdivî yên Kurdistanê, me han dide ku em zêdetir pêdagir bin û sûrtir bin li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir ji bo welatiyan.
Spasiya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê dikim ku bi rastî jî xwe gelek westandine bi çêkirina vê planê ji bo avakirina vê projeyê. Destxweşiyê li hemû wan birêzên di sektora taybet de dikim ku hevkar û piştevanên me bûn da ku em karibin vê projeyê wekî xwe cîbicî bikin.
Di dawiyê de dixwazim careke din daxwazeke birayane li hemû welatiyên Kurdistanê bikim, ji kerema xwe alîkariya me bikin da ku em jîngeha xwe biparêzin. Hikûmet tenê dikare beşekî ji erkê bigire ser milê xwe. Em dikarin projeyan çêbikin, lê çanda jîngehparêziyê erka me hemûyan e. Parastina jîngehê erka me hemûyan e. Ji we tika dikim alîkariya me bikin, werin em bi hev re welatê xwe xweştir û ciwantir bikin.
Hûn her sax û silamet bin, Kurdistana me her avadan be. Gelek gelek spas.
