Li devereka Şirnexê qedexe hat ragihandin
Diyarbekir (K24) - Li Şirnexê deverek weke devera taybetî hat nîşandan û 9 rojan qedexe hat ragihandin.
Parêzgeha Şirnexê daxuyanîyeka nivîskî parve kir û tê de got:
‘’Li çîyayê Cûdî li devera Derîyê Dûla ji bo jinavbirina teqemenîyan ev dever di navbera 9-18ê Mijdarê de weke “Devera ewlehiya taybetî ya demkî” hatiye ragihand û têketin û derketina ji wê deverê hatîye qedexekirin.”
