Guhdar Şêxo: Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî Yarîgeha Batîfayê tê çêkirin

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Qezaya Batîfayê kevirên bingehîn ên çend projeyên xizmetkarî û yarîgeheka werzişê hatin danan.

Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Çarşem, 5ê Mijdara 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re got: “Li ser raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, yarîgeheka werzişê ji bo qezaya Batîfayê tê çêkirin.”

Serperiştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê amaje jî da ku, ew dê bizavê bikin ku li paşerojê çend yarîgehên din ên piçûk jî li dora wê yarîgeha futbolê çê bikin.

Guhdar Şêxo eşkere jî kir: “Îro li Batîfayê kevirên bingehîn ên gelek projeyên din ên xizmetkariyan hatin danan, ku projeyên rêyan, elektrîkê û gihandina avê ne.”

Navbirî herwesa got ku, qezaya Batîfayê xwezayeka xweşik heye û ew dê li paşerojê zêdetir xizmeta wê qezayê bikin.

Ev çar sal in ku Batîfa bûye qeza û ji wê demê ve gelek xizmetkarî pêşkêşî wê deverê hatine kirin. Ev qeza bi xwezaya xwe ya xweşik û erdê xwe yê çandiniyê yê bixêr tê nasîn û navendeka girîng a çandinî û geştiyariyê ye.

 
Fly Erbil Advertisment