Osman Baydemir li Qamişlo serdana ENKS'ê kir: Yekrêziya Kurdî rojeva sereke bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemir serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo kir. Baydemir ji aliyê endamên serokatiya ENKS'ê ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Li gorî ragihandina ENKSê, di hevdîtinê de, rewşa giştî ya gelê Kurd li Rojava û Bakurê hate nirxandin. Hewiha herdu aliyan tekezî li ser giringiya xurtkirina yekrêziya Kurdî û rûbirûbûna pirsgirêkên heyî kirin.

Di hevdîtinê de tekezî li ser pêwîstiya pabendbûna bi encamên "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" hat kirin, ku armanca wê yekkirina helwesta Kurdî û nêzîkkirina nêrînan di navbera hêzên siyasî yên Kurd de ye. Herwiha, rêyên pêşxistina têkiliyan di navbera hêz û aliyên Kurdistanî de û karkirina ji bo rakirina astengiyên li pêşiya vê armanca hevbeş hatin gotûbêjkirin.

Di hevdîtinê de, Osman Baydemir spasiya xwe ji bo pêşwazî û mêvanperweriya germ anî ziman û tekezî li ser berdewamiya danûstandin û serdanan di navbera aliyên Kurdistanî de kir.

Ji aliyê xwe ve, Serokatiya ENKS'ê jî spasî û pêzanînên xwe ji bo vê serdana biratî anî ziman û pesnê ruhê hevkariyê da ku aliyên cuda yên Kurdistanî li hev dicivîne.

 
Fly Erbil Advertisment