Fûad Husên: Helwesta Amerîkayê ya derbarê çekdarên Iraqê de zelal û aşkera ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên ragihand, helwesta Amerîkayê ya li dijî komên çekdar ên li Iraqê ne mijareke nû ye û Washington beriya niha jî gelek caran derbarê van koman de hişyarî dane Bexdayê.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên di hevpeyvîneke televîzyonî de ligel kanaleke Erebî ragihand, hişyariyên Amerîkayê yên derbarê komên çekdar ên li Iraqê de ne mijareke nû ne û ev ne cara yekem e ku Washington helwesta xwe nîşan dide.
Fûad Husên got: "Di dema rêveberiyên berê de jî Amerîkayê gelek caran hişyarî dabûn Iraqê, bi taybetî derbarê wan komên ku li gorî Washingtonê, ew ji aliyê Îranê ve tên arastekirin û piştgirîkirin."
Wezîrê Derve yê Iraqê herwiha destnîşan kir, Amerîka wan koman bi wê yekê tometbar dike ku pêwendiyên wan bi hikûmeta Îranê re hene û ji aliyê wî welatî ve tên arastekirin û bikaranîn.
Husên diyar kir jî, her çend helwesta Amerîkayê ya li hemberî van komên çekdar aşkera be jî, nayê zanîn ku mebesta Washingtonê ji van hişyariyên di vê demê de çi ye.
Ev daxuyaniyên Fûad Husên di demekê de tên ku di 21ê meha borî de, Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Tommy Pigott ragihandibû, Senatorê Amerîkî Marco Rubio di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî axiviye. Li gorî daxuyaniyê, Rubio tekezî li ser pêwîstiya bêçekkirina komên çekdar kiriye û ji Sûdanî re gotiye ku ev kom "serweriya Iraqê lawaz dikin û gefê li jiyan û bazirganên Amerîkî û Iraqî dixwin."
