Plana kuştina Balyoza Îsraîlê li Meksîkayê hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Plana kuştina balyoza Îsraîlê ya li Meksîkayê hate pûçkirin, ku tê gotin ji aliyê Supayê Pasdaran a Îranê ve hatiye plankirin. Ji aliyê xwe ve, balyozxaneya Îranê li Meksîkayê van tometan bi tundî red dike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Îsraîlê û zanyariyên ji berpirsên Amerîkî, Feyleqa Qudsê ya ser bi Supayê Pasdaran a Îranê ve ji dawiya sala 2024an ve dest bi cîbicîkirina planekê kiriye ji bo kuştina Einat Kranz-Neiger, balyoza Îsraîlê li Meksîkayê. Hat ragihandin ku ev plan di havîna sala 2025an de ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên hikûmeta Meksîkayê ve hatiye pûçkirin.

Ajansên nûçeyan ên weke Reuters û AFP ji zarê berpirsên Amerîkî belav kirine, serkêşiya planê ji aliyê "Hesen Îzadî" ve hatiye kirin, ku endamekî Yekîneya 11000 a Feyleqa Qudsê ye. Li gorî zanyariyan, Îzadî berê li balyozxaneya Îranê ya li Venezuelayê kar kiriye û ji wir ve toreke sîxuran li Amerîkaya Latîn ava kiriye.

Berpirsekî payebilind ê Amerîkî derbarê mijarê de ragihand: "Pîlan têk çûye û niha ti gefek nemaye." Herwiha destnîşan kir ku ev "mînaka herî dawî ye di dîrokeke dirêj a hewldanên terorkirinê de ku Îran li seranserê cîhanê pêk tîne."

Îran Tometan Red Dike

Li hember van îdiayan, Balyozxaneya Îranê ya li Meksîkayê di daxuyaniyekê de ev tomet bi tundî red kirin û ragihand: "Rêzgirtina li yasayên Meksîkayê di karên me de di rêza yekem de ye û em bi ti awayî nabin sedema xerakirina navûdengê baş ê dostên xwe yên Meksîkî."

Wezareta Derve ya Îsraîlê spasiya hikûmeta Meksîkayê kir ji bo pûçkirina planê. Berdevkê wezaretê, Ori Marmorstein, got: "Dezgehên me yên hewlgirî û ewlehiyê dê bi hevkariyeke tam ligel dezgehên ewlehiyê yên cîhanê, di karê xwe yê bêwestan de berdewam bin ji bo pûçkirina gefên terorîstî yên Îranê."

 
Fly Erbil Advertisment