Kevirê bingehîn ê hejmareka projeyan li Zaxoyê hat danan

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi rasparde û fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kevirê bingehîn ê hejmareka projeyên xizmetkariyan li Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê hat danan.

Serpereştê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (Şemî, 8ê Mijdara 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got: “Bi rasparde û fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, kevirê bingehîn ê hejmareka projeyên xizmetkariyan li Zaxoyê hat danan.”

Guhdar Şêxo amaje jî da: “Ev proje dê ji hêla sektora taybet ve bi xerciya zêdetirî 24 milyar û 530 milyon dînaran bên bicîhanîn.” Herwesa got: “Karwanê avedaniyê di hemî waran de li seranserê Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê bi qeza, nahiye û gund ve berdewam e.”

Navbirî tekez jî kir: “Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê ber bi dîrokeka din ve diçe, xasma jî di sektora werzişê de. Ev jî hemî ji bo wan piştgirî, avedanî û xizmetkariyan vedigere ên ku tên pêşkêşkirin.”

Ew proje jî ev in;

  • Çêkirina cade û solînên avrêyan li taxa Barzanê û çêkirina cadeyên taxên Pêşmerge û Îlonê.
  • Çêkirina cade û solînên avrêyan li taxa Tilkeberê û danana nîşanên trafîkê ji bo rêya dualî ya Îbrahîm Xelîl heta Batêlê.
  • Çêkirina overpas û underpasan ji bo rêya Xebat-Gundkê.

 

 

 
 
Fly Erbil Advertisment