Serokê Amedsporê: Em hêvî dikin alîgirên Zaxoyê bibin “Baştirîn Alîgir”
Diyarbekir (K24) - Serokê Amedsporê Nahît Eren di civîna çapemeniyê de da zanîn ku, ew dixwazin Alîgirên Tîma Zaxoyê ya Futbolê wek baştirîn alîgir bên destnîşankirin û ji bo ku ev yek pêk were jî, dê hemî rengên alîkariyan peşkeş bikin ku alîgirên Zaxoyê ji bo pêşbaziya FÎFAyê ya baştirîn alîgirên cîhanê wek berbijar hatine nîşandan.
Di civîna çapemeniyê ya Amedsporê de Serokê Amedsporê Nahît Eren da zanîn ku, wî bi rêya telefonê pêwendî bi serokê ZaxoSporê re daniye û jê re gotiye ku daxwaza Amedsporê jî ew e ku di pêşbaziya FÎFAyê ya baştirîn alîgiran de alîgirên Zaxoyê bi ser bikevin û ji bo vê yekê jî çi ji destê Amedsporê bê dê bikin.
Di wê civînê de Nahît Eren behsa encamên erênî yên pêvajoya çareseriyê jî kir û da zanîn ku, îsal Amedspor qet rastî helwesteka neyînî nehatiye û ev yek bi pêvajoya çareseriyê re jî girêdayî ye.
Serokê Amedsporê Nahît Eren amaje kir ku, dê ji bo yariya tîma neteweyî ya Tirkiyeyê ku dê bi Ermenîstanê re bileyîze dê 4 roj yarîzanên Amedsporê bêhnvedanê bikin û paşê jê dest bi rahênanên yariya Bolusporê bikin.
Nahît Eren amaje kir ku, ew bizavê dikin ku ji her alîyî ve Amedsporê xurt bikin û dê çand û nasnameya Amedsporê jî di hemî qadan de pibarêzin û xwedî lê derbikevin.
Amedspor niha di Lîga Yekem a Trendyolê de bi 26 puanan di rêza sêyê de ye ku armanca wê ya sereke ew e ku derbasî Lîga Super bibe.
