PWK di salvegera 65an de: Em şehîdên Komkujiya Sînemaya Amûdê jibîr nakin

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), bi boneya 65emîn salvegera Şewata Sînemaya Amûdê, daxuyaniyek belav kir û tê de şehîdên vê komkujiyê bibîr anî. 

Di daxuyaniya ku ji aliyê Buroya Ragihandinê ya PWKê ve hatiye weşandin de, hat gotin: "Di 13ê Mijdara 1960an de, rejîma Sûriyê bi hinceta komkirina alîkariyê ji bo Şoreşa Cezayîrê, nêzîkî 500 zarokên Kurd ên dibistanên seretayî bi zorê li salona sînemayê ya ku tenê ji bo 200 kesî bû, kom kirin."

PWKê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser awayê hovane yê bûyerê û wiha domand: "Piştî ku zarok ketin hundir, derî ji derve ve li ser wan hatin girtin û agir bi sînemayê ket. Dema zarokan hewl da birevin, mixabin derî girtî bûn û di encamê de 283 zarokên Kurd di nav pêtên agir de şehîd bûn."

Herwiha PWKê amaje bi rola lehengê Kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî jî kir, ku di nav agir de bi qehremanî canê gelek zarokan rizgar kiribû.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Em di 65emîn salvegera vê bûyerê de, ku di dilê her Kurdekî de birîneke kûr hiştiye, van şehîdên temenbiçûk careke din bi rêzdarî bi bîr tînin."

 
Fly Erbil Advertisment