Amedsporê piştevanî da alîgirên Zaxoyê: Serkeftina we, serkeftina hemû gelê me ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Amedspor ku yek ji tîmên herî navdar ên Bakurê Kurdistanê, bi daxuyaniyeke fermî piştgiriya xwe ji bo alîgirên tîma Zaxo SK (Zaxospor) ragihand. Zaxo ji ber çalakiya xwe ya mirovî ya di werzê borî de, ji bo "Xelata Baştirîn Alîgirên FIFAyê ya sala 2025an" bûye berbijêr.

Amedsporê bang li hemû alîgir û hezkiriyên xwe kir ku dengê xwe bidin alîgirên Zaxoyê û tekez kir ku serkeftina wan, serkeftina tevahiya gelê Kurd e.

Daxuyaniya Fermî ya Amedsporê

Di daxuyaniya ku li ser hejmara fermî ya Amedsporê ya li ser tora "X" hatiye belavkirin de, ev bang hat kirin:

“Em wek Amedspor, di rêya Xelata Baştirîn Alîgirên FIFA ya sala 2025an de serkeftinê ji Zaxospor û alîgirên Zaxosporê re dixwazin. Daxwaza me ji alîgir, heval û hogirên Amedsporê ew e ku piştgiriyê bidin xwûşk û birayên xwe. Li ser vê lînkê hûn jî dikarin dengê xwe bidin Alîgirên Zaxosporê. Serkeftina wan, serkeftina hemû gelê me ye.”

 

Çalakiya Mirovî ya ku li Cîhan Deng Veda

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) di 6ê Mijdara 2025an de berbijêrên Xelata Baştirîn Alîgiran eşkere kiribû. Alîgirên Zaxoyê ji ber çalakiya xwe ya mirovî ya di werza borî de hatin berbijarkirin.

Di 13ê Gulanê de, beriya lîstika li hemberî Hudud SK, alîgirên Zaxoyê nêzîkî 30 hezar pêlîstokên zarokan avêtibûn nav stadyûmê. Paşê ev hemû pêlîstok hatibûn komkirin û weke diyarî pêşkêşî zarokên nexweş hatibûn kirin.

Li gorî daxuyaniya FIFAyê, ev çalakiya avêtina pêlîstokan, "ruhekî mirovî yê ku li Kurdistan, Iraq û Asyayê hatiye naskirin" nîşan dide.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment