Yaneyên Kurdan ji bo Xelata FIFAyê li pişt alîgirên Zaxoyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştgiriya ji bo berbijariya alîgirên yaneya Zaxoyê (Zaxo SK) ji bo Xelata Baştirîn Alîgirên FIFAyê ya sala 2025an, sînoran derbas dike û dibe sembola yekitiya neteweyî di qada werzişê de. Ji Bakur, Rojava, diyaspora û Ewropayê, gelek klûb û tîmên Kurd bi daxuyaniyên fermî piştgiriya xwe ragihandin û bang li hemû Kurdan kirin ku dengê xwe bidin Zaxoyê.

Amedspor: "Serkeftina we, serkeftina hemû gelê me ye"

Yek ji bangên herî bihêz ji Amedsporê hat, ku li ser hesabên xwe yên fermî ev peyam belav kir:

“Em wek Amedspor, di rêya Xelata Baştirîn Alîgirên FIFA ya sala 2025an de serkeftinê ji Zaxospor û alîgirên Zaxosporê re dixwazin. Daxwaza me ji alîgirên Amedsporê ew e ku piştgiriyê bidin xwûşk û birayên xwe... Serkeftina wan, serkeftina hemû gelê me ye.”

Piştgiriya ji Rojavayê Kurdistanê 

Tîma Neteweyî ya Rojava, ya ku beşdarî Kûpaya Cîhanê ya CONIFAyê bûbû, di peyama xwe de got:

"Her destkeftiyeke werzişê ya ku Kurd li Rojava, Rojhilat, Bakur an Başûr bi dest bixin, destkeftiya me hemûyan e... Em piştrast in ku Xelata Baştirîn Alîgiran a 2025an dê bibe para yaneya Zaxo ya Kurdî."

Tîma Neteweyî ya Efrînê ya li Diyasporayê jî bang li hemû klûbên Kurd kir ku bibin yek:

"Em bawer dikin ku hêza futbolê ya Kurdî bi yekitiya me dest pê dike... Alîgirên Zaxoyê nûnertiya her alîgirekî Kurd dikin. Em bang li hemûyan dikin ku dengên xwe bikin yek û deng bidin gelê me yê li Zaxoyê."

Dengê Piştgiriyê ji Ewropayê: Dalkurd

Yaneya Dalkurd a li Swêdê, ku ji aliyê Kurdan ve hatiye damezrandin jî beşdarî vê pêngava piştgiriyê bû û bi peyameke kurt û bihêz got:

"Em hemû bi gelê Zaxoyê re ne! Werin em şanazî, hezkirin û wefadariya alîgirên Zaxoyê nîşanî cîhanê bidin. Dengê xwe bidin da ku ew Xelata Baştirîn Alîgirên FIFAyê ya 2025an bi dest bixin!"

Çalakiya Mirovî ya ku li Cîhan Deng Veda

Federasyona Navneteweyî ya Futbolê (FIFA) di 6ê Mijdarê de alîgirên Zaxoyê ji ber çalakiya wan a mirovî ya di sezona borî de weke berbijar destnîşan kiribû. Di 13ê Gulanê de, beriya lîstika li hemberî Hudud SK, alîgirên Zaxoyê nêzîkî 30 hezar pêlîstokên zarokan avêtibûn nav stadyûmê. Ev pêlîstok paşê hatibûn komkirin û weke diyarî pêşkêşî zarokên nexweş hatibûn kirin. Li gorî FIFAyê, ev çalakî "ruhekî mirovî yê ku li Kurdistan, Iraq û Asyayê hatiye naskirin" nîşan dide.

 
 
Fly Erbil Advertisment