Serok Barzanî pêşwaziya çend ciwanên Duzxurmatûyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya çend ciwanên Duzxurmatûyê kir û tekez kir ku, tu kes û aliyan maf nîne ku bi tu hincetan sivkatiyê bi alaya Kurdistanê bikin an jî rêyê li bilindkirina wê bigirin.

Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 15ê Mijdara 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya wan ciwanên Kurd kir ên ku li roja hilbijartinan (11ê Mijdara 2025ê) ji ber hilgirtina alaya Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Iraqê ve hatibûn êşandin.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de ji ber wêrekî û Kurdperweriya wan spasiya wan kir û tekez kir ku, pêxemetî alaya Kurdistanê gelek xwîn û qurbanî hatine dan. Alaya Kurdistanê alaya her Kurdekî ye û her Kurdekî mafê destûrî û qanûnî heye ku bi ala û pîroziyên gelê xwe serbilind be.

Serok Barzanî tekez jî kir ku, tu kes û aliyan maf nîne ku bi tu hincetan sivkatiyê bi alaya Kurdistanê bikin an jî rêyê li bilindkirina wê bigirin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment