Dûbz.. Berbijarekê partiya Teqedûmê mala Pêşmergeyekî gulebaran kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Berbijarekê partiya Teqedûmê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û zêrevanên xwe mala Pêşmergeyekî li bajarkê Dûbzê gulebaran kir.
Pêşmergeyê Zerevaniyê Ehmed Xelef îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) di derheqa wê bûyerê de ji Kurdistan24 re ragihand: “Sedema wê bûyerê ew bû ku berbijarekê Partiya Teqadûmê bi navê Muheymen Hemdanî ji min pirsî ka çima min di hilbijartinan de dengê xwe nedaye wî. Min jî got: Çima divê ez dengê xwe bidim te? Ez Pêşmerge me, ez dengê xwe didim partiya xwe. Xwe tu ji partiya min nînî.”
Ehmed Xelef herwesa got: “Muheymen Hemdanî got: ez dê ji bo we bêm, hingê dê silavekê li we bikim. Piştre ew hatiye, li dayika min û birayên min xistiye û mobîlên wan jî birine.” Herwesa got: “Wî xeber gotine min jî û gotiye: ez dê te bikujim.”
Wî Pêşmergeyê Zerevaniyê herwesa ragihand: "Ez ji Serok Barzanî dixwazim ku di hawara me bê û ez dixwazim ku mafê min bê standin û ev mijar bê çareserkirin.”
Navbirî amaje jî da: “Qanûn heye lê Muheymen Hemdanî ji qanûnê bihêztir e. Wî ev dever kontrol kiriye, heta ew nahêle ku xelk bê nav Dûbzê jî û dest xwe danaye ser her tiştekî.”
Pêşmerge Ehmed Xelef eşkere jî kir: “Min û Dayika xwe û xûşk û birayên xwe li dijî Muheymen Hemdanî gilîname tomar kirine. Wî zilehek li dayikan min daye û li efserekî jî daye, mal û timbêlên min jî gulebaran kirine, lewma ez destan ji mafê xwe bernadim.”
Navbirî tekez jî kir: “Muheymen min bi gefan ditirsîne. Ew 20 kes bûn, heşt ji wan êrîşî mala min kiriye. Muheymen bi xwe li dayika min xistiye. Em tu lihevhatinên eşîrî nakin. Divê Muheymen biçe zindanê, lewma ez daxwazê ji Serok Barzanî dikim ku vî mafê me ji bo me bistîne.”
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî piştî wê bûyerê hêzeka taybet şandiye bajarê Dûbzê, şeş zêrevanên Muheymen Hemdanî girtinine û vekolan li ser wê bûyerê berdewam in.
