Kesên ku êrîşî Pêşmergeyê Zêrevaniyê kirine hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li gorî ragihandineka Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê, hêzeka ewlehiyê ya hevpar a Fermandariya Operasyonên Kerkûkê û polîsên wê parêzgehê, fermana girtinê ji bo heft zêrevanên parlamenter Muheymen Hemdanî derketiye û ew hatine girtin.

Di ragihandina Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê de hatiye gotin: “Ev kes bi êrîşa li ser malekê li Kerkûkê, gulebarankirin û bizava revandina yek ji kurên wê malê tawanbar in. Herwesa ew bi êrîşa li ser efserekê artêşê jî, ku bizav kiriye pêşiyê li wê êrîşê bigire, tawanbar in.”

Wê ragihandinê amaje jî da ku, lêgerîn û vekolan ji bo girtina hemî kesên din ên ku tevlî wê bûyerê bûne berdewam in. Herwesa tekez li ser wê yekê jî hatiye kirin ku, "ewlehiya welatiyan û rûmeta dezgehên leşkerî xetên sor in" û tu binpêkirin di vê çarçoveyê de nayên qebûlkirin.

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê piştrast dike ku, vekolan dê berdewam bin, ji bo lêpirsîna li gel hemî kesên ku dest di vî karî de heye û piştrastbûna ji wê yekê ku qanûn bê cudahî tê bicihanîn.

 
Fly Erbil Advertisment