Nêçîrvan Barzanî dengê xwe da alîgirên Yaneya Zaxoyê

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi rêya dengdana onlayn dengê xwe da alîgirên Yaneya Zaxoyê û hêvî kir ku hemî Kurdistanî dengê xwe bidin wan da ku wî nasnavê cîhanî bi dest bixin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) ragihand: “Min bi dengdana onlayn piştgirî da alîgirên Yaneya Zaxoyê ya Werzişê, da ku nasnavê baştirîn alîgirên yekê li ser astê cîhanê bi dest bixin.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa got: "Ez hêvî dikim ku hemî Kurdistanî, li her devera ku ew lê bin, tevlî vê dengdanê bibin û dengê xwe bidin wan da ku wî nasnavê cîhanî bi dest bixin."

Herwesa got: “Spas ji FIFAyê re ku alîgirên Yaneya Zaxoyê wekî yek ji sê berbijaran destnîşan kirin.”

Piştî ku FIFAyê bi awayekê fermî alîgirên Zaxoyê wekî baştirîn alîgirên cîhanê ji bo sala 2025ê berbijar kirin, niha li Kurdistanê behs behsa wê yekê ka mirov dikare çawa li ser malpera FIFAyê deng bide alîgirên Zaxoyê.

Kurdistan24ê wekî hêsankarî ji bo dengdêran kampanyayek ji bo piştgiriya alîgirên Zaxoyê ragihand û li bajarên Kurdistanê navendên dengdana elektronîkî danan.

Dengdana bi alîgirên Zaxoyê bi sê pêngavan tê kirin

Zaxoyê du hevrikên din ji bo wergirtina Xelata Baştirîn Alîgirên 2025ê hene; yek ji wan alîgirekê Arjentînî ye û yê din jî alîgirekê Spanyayî ye ku di nîvê vê salê de miriye.

Kurdistan24 bi sê pêngavan ji we re dibêje ka hûn dê çawa dengê xwe bidin. Hûn dikarin li pêşiyê biçin nav malperra www.fifa.com, di dû re biçin nav pişka Xelatên The Best û li wê derê Xelata Baştirîn Alîgir FIFA FAN AWARD hilbijêrin da ku hûn dengê xwe bidin.

Di dû re di pêngava yekê de, hûn dikarin Zaxoyê wekî dengê xwe yê yekê hilbijêrin da ku Zaxo pênc xalan bistîne.

Di pêngava duyê de, divê hûn navê xwe binivîsin û li malpera FIFAyê bibin endam.

Niha hûn dipirsin ka çawa bibin endam?

Ji bo ku hûn bibin endamên malpera FIFAyê, li pêşiyê divê hûn nav, welat, zayend, roj meh û sala bûna xwe di valahiyan de binivîsin, di dû re wî zimanî hilbijêrin ê ku hûn dixwazin pê li malperê binêrin û paştir jî her sê çargoşeyan bi sehekê tije bikin, da ku hûn bibin endamên malpera FIFAyê.

Piştî ku hûn bibin endamên malpera FIFAyê, pêngava sêyê dest pê dike û hûn dikarin dengê xwe bidin. Li pêşiyê dengê xwe yê yekê bidin Zaxoyê, di dû re dengên xwe yên duyê û sêyê bidin du berbijarên din da ku pêvajoya we ya dengdanê temam bibe. Malper hingê we haydar dike ku dengdana we bi awayekê serkeftî temam bûye.

FIFAyê ragihandiye ku, dengdana ji bo Baştirîn Alîgirên Salê dê heya saet 01:59 ê derengê şeva 29ê vê mehê berdewam be.

 
Fly Erbil Advertisment