Mesrûr Barzanî û Balyozê Brîtanyayê: Girîng e hikûmeta federal pabendî destûrê be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 16ê Mijdara 2025ê) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Îrfan Sidîq kir.
Di wê civînê de rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hat nîqaşkirin.
Balyozê Brîtanya li Iraqê serkeftina hilbijartinan û encamên wê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kirin û hêvî kir ku, encamên hilbijartinan bibin sedema aramî û tenahiyê li Iraqê û baştirbûna rewşa xizmetkariyên giştî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî tekez kir ku, tiştê ji bo Herêma Kurdistanê girîng karname û bernameya hikûmeta nû ya Iraqê û pabendbûna wê bi destûr û peymanan û çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ye.
Di pareka din a wê civînê de, herdu alî li ser girîngiya lezkirina di avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevnerîn bûn. Di vî warî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, rewşeka nû ji bo avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûye.
