Dadgeha Federal a Iraqê erkên Parlementoyê bidawî anîn û hikûmet kir "karbirêveber"

Mihemed Şiya Sûdanî
Mihemed Şiya Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê biryar da ku, karên Parlementoya Iraqê ji îro (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) ve bên bidawîanîn û erkên hikûmeta federal jî ji bo "hikûmeta karbirêveber" bên guhertin.

Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Federal ku îmzeya serokê wê dadgehê Munzir Îbrahîm Hisên li ser e û îro Duşemê derkeftiye; hikûmeta karbirêveber û serokwezîr nikarin wan biryar û rêkaran bi cih bînin ên ku pêdivîtî bi biryarên stratejîk û planên demdirêj heye.

Serokê wê dadgehê amaje jî da ku, armanc ji vê biryarê piştrastbûna ji berdewamiya karkirina dezgehên dewletê û xizmetên giştî bi rengekê birêkûpêk e heta hilbijartinên parlementoya nû û avakirina hikûmeta bê.

 

Tiştên ku serokwezîrê karbirêveber dikare bike ev in:

1.    Birêvebirina karûbarên rojane yên wezaretan û dezgehên dewletê.

2.    Çavdêrîkirina bicihanîna qanûn û biryarên ku pêştir derketine.

3.    Piştrastbûna ji berdewamiya pêşkêşkirina xizmetkariyên giştî ji welatiyan re.

4.    Îmzekirina wan biryar û peymanên navneteweyî yên ku bandoreka mezin a siyasî, aborî û civakî li ser paşeroja welatî nîne.

5.    Parastina ewlehî û tenahiya welatî.

 

Tiştên ku serokwezîrê karbirêveber nikare bike ev in:

1.    Pêşniyarkirina projeqanûnên nû ji parlementoyê re.

2.    Wergirtina deynan û îmzekirina peymanên darayî yên mezin ku hikûmeta bê pabend bike.

3.    Damezrandina kesên nû di postên bilind ên dewletê de an jî dûrxistina wan.

4.    Guhertinên bingehîn di xebata wezaretan û dezgehên dewletê de.

5.    Dûrxistina biryarên çarenivîssaz ku bandor li ser siyaseta giştî ya welatî hebe.

6.    Her biryareka ku di çarçoveya birêvebirina karûbarên rojane de nebe.

 

Serokkomar jî wekî yek ji du desthilatên bicihîner dê pabendî vê biryarê bibe û erkên wî heta hilbijartinên parlementoya nû bidomînin.

Ev biryar li ser bingeha madeyên 64 û 93ê yên Destûra Iraqê ya sala 2005ê û Qanûna Dadgeha Bilind a Federal hatiye dan.

 
Fly Erbil Advertisment