Çarçoveya Hevahengiyê li ser avakirina hikûmetê dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ji bo nîqaşkirina li ser avakirina hikûmeta nû ya Iraqê dicive û amadebûna Sûdanî hîn nehatiye yekalîkirin.
Berpirsê Têkiliyên Tevgera Hîkmeyê Dr. Mihemed Huseynî ji Kurdistan24ê re got: "Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan îro (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) dê civîna xwe li dar bixe.”
Li gorî gotina Berpirsê Têkiliyên Tevgera Hîkmeyê, "ew civîn dê li ser nîqaşkirina rewşa siyasî, pirsa hilbijartinan û avakirina hikûmeta bê be."
Huseynî amaje jî da ku, hemî rêberên di Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan de ji bo wê civînê hatine vexwandin; lê heta niha tevlîbûna Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar nîne.
Ev jî di demekê de ye ku, Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan heftiya borî civîna xwe ya heftiyne ya asayî li dar xist. Ew civîna yekê bû ku Sûdanî tê de amade nebû.
Hevpeymaniya Avedankirin û Pêşxistinê bi serokatiya Sûdanî di hilbijartinên gera şeşê ya Parlementoya Iraqê de 46 kursî bi dest xistine û li ser asta hêzên Şîeyan li rêza yekê tê.
