Yekîneya 80ê tê hilweşandin û tevlî Wezareta Pêşmerge dibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekîneya 80ê tê hilweşandin û bi navê Fermandariya Devera Yekê di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de dest bi karûbarên xwe dike.

Çavkaniyekê ji Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem, 17ê Mijdara 2025ê) ji Malpera Kurdistan24ê re ragihand: “Fermana herêmî ji bo hilweşandina hêzên yekîneya 80ê derketiye û ew dê bi navê Fermandariya Devera Yekê tevlî Wezareta Pêşmerge bibe.”

Wê çavkaniyê ku nexwest navê wê bê eşkerekirin amaje jî da: "Fermandariya Devera Yekê ji şeş firqeyên hevpar ên hêzên Pêşmergeyan pêk tê û ew biryar dê li demeka nêzîk bê bicîhanîn.”

Hilweşandina Yekîneya 80ê di çarçoveya reformên kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye, ji bo rêkxistina Wezareta Pêşmerge û yekkirina hêzên Pêşmergeyan.

Çavkaniya navbirî herwesa got ku, biryar e sibe (Sêşem, 18ê Mijdara 2025ê) ew li ser hevahengî û piştgiriyên lojîstîkî ji bo hêzên Pêşmergeyan bi şandeyeka leşkerî ya Amerîkayê re bicivin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment