Xemîs Xencer: Peymana Sykes-Picot li dijî berjewendiyên gelên herêmê bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hevpeymaniya Siyade Xemîs Xencer, di gotareke xwe ya li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS 2025) de ragihand, sêwirandina nexşeya Rojhilata Navîn li gorî nêrînên derve û bêyî liberçav girtina berjewendiyên gelên herêmê, ti carî bi ser nakeve û dibe sedema aloziyên berdewam.
"Sykes-Picot çavkaniya aloziyan bû"
Xemîs Xencer di axaftina xwe de bi tundî Peymana Sykes-Picot rexne kir û got: "Peymana Sykes-Picot mafên gelên herêmê binpê kir û bû çavkaniya nearamî û aloziyên berdewam li Rojhilata Navîn."
Xencer herwiha tekez kir ku "koma terorîst a DAIŞê, di bin navê damezrandina dewleta Îslamî de, êrîşî herêmê kir. Ev yek beşek bû ji siyaseta kolonyalîst ji bo parçekirina Rojhilata Navîn û berdewamkirina kêşe û qeyranan."
"Çareserkirina pirsa Kurd û Filistînê şert e"
Serokê Hevpeymaniya Siyade da zanîn, bêyî liberçavgirtina berjewendiyên mezhebî, olî û neteweyî, aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê. Herwiha got: "Divê kêşeyên mezin ên herêmê bi awayekî dadperwerane werin çareserkirin, weke pirsgirêka gelê Filistînê di çarçoveya çareseriya du-dewletî de; herwiha çareserkirina pirsa gelê Kurd li hemû wan welatên ku Kurd tê de dijîn."
"Divê koçber vegerin û girtiyên bêsûc werin berdan"
Xemîs Xencer daxwazên pêkhateya Sunneyan ji bo avakirina Iraqeke yekgirtî û bihêz anî ziman û got: "Divê hemû alî pabendî destûrê bin. Divê hemû pêkhateyên Iraqê bi awayekî dadperwerane beşdarî hikûmetê bibin."
Herwiha got: "Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de koçberên me vegerin bajar û gundên xwe, çarenivîsa kesên me yên windakirî were eşkerekirin û girtiyên bêsûc werin berdan."
Di dawiya gotara xwe de, Xencer destêwerdanên derve rexne kir û got: "Hin welat, ji bo berjewendiyên komên xwe yên çekdar û li dijî berjewendiyên gelê me, destwerdanê di karûbarên navxweyî yên welatê me de dikin, ku divê rê li ber wan were girtin."
