Serok Barzanî û Mihemed Şiya Sûdanî gotûbêj li ser paşeroja Iraqê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê bi Serokwezîrê Iraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.
Li gorî daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, di civînê de herdu aliyan bi boneya serkeftina proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, ku di keşûhewayeke aram û bê pirsgirêk de birêve çûbû, pîrozbahî li hev kirin. Herwiha herdu aliyan hêvî xwastin ku encamên hilbijartinê di xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê de bin.
Di beşeke din a civînê de, bal hat kişandin ser yasaya hilbijartinê û herdu alî hevnêrîn bûn ku ji bo dadperweriyeke zêdetir, pêwîst e ew yasa were guhertin.
Di heman demê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê, û pêşhat û guherînên siyasî yên di nava proseya siyasî ya Iraqê de hatin gotûbêjkirin.
Endamê Polîtbûroya PDKê Fuad Husên, ligel endamên Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê Beha Arecî, Ehmed Esedî û Qusey Mehbûbe jî di civînê de, amade bûn.
