Serok Barzanî dengê xwe da alîgirên Yaneya Zaxoyê
Tevaya desteya Baregayê Barzanî piştgiriya xwe ji bo alîgirên Yaneya Zaxoyê ragihand
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û tevaya Desteya Baregayê Barzanî dengê xwe da alîgirên Yaneya Zaxoyê, da ku rêza yekê li ser asta cîhanê bi dest bixin û xelata Baştirîn Alîgirên 2025ê werbigirin.
Serok Mesûd Barzanî û tevaya Desteya Baregayê Barzanî îro (Pêncşem, 20ê Mijdara 2025ê) li ser xeta înternetê dengê xwe da alîgirên Yaneya Zaxoyê, da ku xelata Baştirîn Alîgirên Werzişê ya sala 2025ê li ser asta cîhanê bi dest bixin.
Baregayê Barzanî herwesa di ragihandinekê de bang li hemî Kurd û Kurdistaniyan, li her dera cîhanê bin, kir ku dengê xwe bidin alîgirên Yaneya Zaxoyê.
Pêştir Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî dengê xwe da alîgirên Yaneya Zaxoyê û piştgiriya xwe jê re diyar kir.
Piştî ku FIFAyê bi awayekê fermî alîgirên Yaneya Zaxoyê wekî baştirîn alîgirên cîhanê ji bo sala 2025ê berbijar kirin, niha li Kurdistanê behs behsa wê yekê ka mirov dikare çawa li ser malpera FIFAyê deng bide alîgirên Zaxoyê.
Kurdistan24ê wekî hêsankarî ji bo dengdêran kampanyayek ji bo piştgiriya alîgirên Yaneya Zaxoyê ragihand û li bajarên Kurdistanê navendên dengdana elektronîkî danan.
Dengdana bi alîgirên Zaxoyê bi sê pêngavan tê kirin
Zaxoyê du hevrikên din ji bo wergirtina Xelata Baştirîn Alîgirên 2025ê hene; yek ji wan alîgirekê Arjentînî ye û yê din jî alîgirekê Spanyayî ye ku di nîvê vê salê de miriye.
Kurdistan24 bi sê pêngavan ji we re dibêje ka hûn dê çawa dengê xwe bidin. Hûn dikarin li pêşiyê biçin nav malperra www.fifa.com, di dû re biçin nav pişka Xelatên The Best û li wê derê Xelata Baştirîn Alîgir FIFA FAN AWARD hilbijêrin da ku hûn dengê xwe bidin.
Di dû re di pêngava yekê de, hûn dikarin Zaxoyê wekî dengê xwe yê yekê hilbijêrin da ku Zaxo pênc xalan bistîne.
Di pêngava duyê de, divê hûn navê xwe binivîsin û li malpera FIFAyê bibin endam.
Niha hûn dipirsin ka çawa bibin endam?
Ji bo ku hûn bibin endamên malpera FIFAyê, li pêşiyê divê hûn nav, welat, zayend, roj meh û sala bûna xwe di valahiyan de binivîsin, di dû re wî zimanî hilbijêrin ê ku hûn dixwazin pê li malperê binêrin û paştir jî her sê çargoşeyan bi sehekê tije bikin, da ku hûn bibin endamên malpera FIFAyê.
Piştî ku hûn bibin endamên malpera FIFAyê, pêngava sêyê dest pê dike û hûn dikarin dengê xwe bidin. Li pêşiyê dengê xwe yê yekê bidin Zaxoyê, di dû re dengên xwe yên duyê û sêyê bidin du berbijarên din da ku pêvajoya we ya dengdanê temam bibe. Malper hingê we haydar dike ku dengdana we bi awayekê serkeftî temam bûye.
FIFAyê ragihandiye ku, dengdana ji bo Baştirîn Alîgirên Salê dê heya saet 01:59 ê derengê şeva 29ê vê mehê berdewam be.
