Fransa, Almanya û Brîtanya: Ji bo plana aştiya Ukraynayê divê nêrîna me were wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyên Fransa, Almanya û Brîtanyayê daxwaz kirin ku di plana Serokê Amerîkayê Donald Trump de ji bo dawîanîna şerê Ukraynayê, şêwir bi wan were kirin û berjewendiyên wan li ber çavan werin girtin. 

Ev daxwaz piştî wê yekê hat ku rojnameya New York Times ragihand, plana Amerîkayê bêyî beşdariya Ewropa û Ukraynayê hatiye amadekirin û gelek daxwazên Rûsyayê li xwe digire.

Berdevkê Nivîsgeha Şêwirmendiya Almanyayê Stephen Cornelius îro 21ê Mijdara di daxuyaniyekê de got, serkirdeyên Fransa û Brîtanyayê piştgiriyê didin plana Trump, lê bi şertê ku "berjewendiyên Ewropa û Ukraynayê li ber çavan werin girtin."

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Divê artêşa Ukraynayê bikaribe serweriya welatê xwe biparêze, û her lihevkirineke ku bandorê li ser Ewropayê bike, divê bi razamendiya Yekîtiya Ewropa û NATOyê be." 

Herwiha hat gotin, serkirdeyan piştgiriya xwe ya ji bo Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ji bo bidestxistina aştiyê dubare kirine.

Li gorî raporeke rojnameya New York Times a ku xwe dispêre çavkaniyekê, pêşnûmeya plana Amerîkayê bêyî beşdariya Ukrayna û Ewropayê hatiye amadekirin.

Heman çavkaniyê daye zanîn, plan beşeke mezin ji daxwazên Rûsyayê cîbicî dike, weke destberdana Ukraynayê ji hin herêman, radestkirina kelûpelên serbazî û kêmkirina hejmara artêşa wî welatî.

 
Fly Erbil Advertisment