Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîkayê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Nivîsgeha Şîfa Barzanî ragihand ku, vekirina Navenda Revenda Kurdistanî li Brûkselê bi armanca çêkirina lobiya Kurdî û avakirina tevahiya Kurdistaniyan di bin yek sîwanê de ye.

Serokê Nivîsgeha Şîfa Barzanî Qareman Osman ji Kurdistan24ê re hûrgiliyên girêdayî vekirina Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîkayê û stratejiya paşerojê ya konfederasyona wê eşkere kirin.

Girîngiya vê navendê li paytexta Ewropayê

Qareman Osman ragihand, “Vekirina vê navendê li Brûksela paytexta Yekîtiya Ewropayê pêngaveka stratejîk e ji bo çêkirina lobiya Kurdî. Armanc ji wê ew e ku, bi endamên Parlamentoya Ewropayê û siyasetmedarên wê parzemînê re têkilî bên çêkirin, da ku ji bo doza Kurdan zêdetir dost bên peydakirin.”

Navbirî tekez jî kir ku, ev navend dê bibe mala Kurdistaniyan li wî welatî, da ku pirsgirêk û daxwazên wan bigihînin û li dû gaziya wan biçin.

Logoya Konfederasyona Revenda Kurdistanî

Nerîna Serok Barzanî ji bo Diyasporayê

Serokê Nivîsgeha Şîfa Barzanî di derheqa peyama sereke ya van bizavan de jî amaje da ku, bernameya Serok Barzanî wekî lêvegerê gelê Kurdistanî ew e ku diyasporayê sîwaneka neteweyî hebe.

Li gorî vê nêrînê, divê Kurdistanî di bin yek sembolê de, ku alaya Kurdistanê ye, bêyî ku cudahîyên îdeolojîk, siyasî û herêmî li ber çavan bên wergirtin, bicivin û divê hemiyan bawerî hebe ku mafê Kurdistanê heye ku dewleteka serbixwe hebe.

Bizavên yekkirina revenda Kurdistanî

Qareman Osman ron jî kir: “Ji sala 2023ê ve, dema ku Şîfa Barzanî li Baregayê Barzanî wek çavdêrê giştî yê Revenda Kurdistanî dest bi karê xwe kir, xebat ji bo komkirina komeleyên Kurdistanî hatiye kirin. Ev bizav bûn sedema wê yekê ku di kongreya duyê a konfederasyonê de li Berçileya 2024ê li Almanyayê, piraniya navend û federasyonan bên bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistanî.

Çalakiyên çandî û Newroz

Qereman Osman di pareka din a gotinên xwe de amaje da ku, armanca wan parastina zimanê Kurdî û çanda neteweyî li diyasporayê ye. Di vê çarçoveyê de jî, amaje da ahenga mezin a Newroza 2024ê li bajarê Kolnê, wekî destpêkek ji bo çalakiyan.

Navbirî eşkere jî kir ku, ji bo Newroza 2026ê amadekariyên gelek çêtir hatine kirin û civînên taybet jê re hatine kirin, bi rengekê ku pêşbînî tê kirin ku hejmara tevlîbûyîyên Kurdistanî ji ya sala borî gelek zêdetir be.

Ahenga Newrozê li Koln-Almanyayê 2024
 
Fly Erbil Advertisment