Navenda Revenda Kurdistanî li Belçîkayê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi amadebûna hunermend, xwendekar, rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî yên welatê Belçîkayê; Navenda Revenda Kurdistanê bi fermî li Brûkselê hat vekirin.

Serperiştê Revenda Kurdî li Baregayê Barzanî Şîfa Barzanî ji peyamnêrê Kurdistan24ê Barzan Hesen re ragihand: “Armanca vekirina Navenda Diyasporaya Kurdistanê li welatê Belçîkayê parastina ziman, çand û nasnameya Kurdî li wî welatî ye, herwesa çêkirina pirekê di navbera Yekîtiya Ewropî û NATOyê bi Herêma Kurdistanê re ye.”

Şîfa Barzanî herwesa got: “Ev navend ji bo Kurdên li derveyî welatî malek e. Xûşk û birayên me ji her çar perçeyên Kurdistanê li vê derê amade ne. Herwesa girîngîdana bi çand û kitêbên Kurdî ku li vê navendê tên dîtin jî cihê dilxweşiyê ye. Ji niha ve ev der mala her Kurdekî ye ji her çar parçeyên Kurdistanê yên ku li derveyî welatî dijîn.”

Navenda Diyasporaya Kurdistanê ne tenê navendek e ji bo çalakiyên hunerî, belkî dê bibe navendek ji bo nêzîkbûna nûnerên hemî partiyên siyasî yên welatê Belçîkayê di bin sîwana Kurdîniyê de, da ku zêdetir xizmeta Kurd û Kurdistanê bikin.

Serokê Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê Îsmaîl Kamil jî got: “Cihê dilxweşiyê ye ku navenda yekê ya Revenda Kurdî li Brûkselê tê vekirin, ji ber ku Belçîka ji bo Kurd û Kurdistanê pir girîng e.”

Îsmaîl Kamil amaje jî da: “Ev der cihê Yekîtiya Ewropayê ye, Komîsyona Ewropayê li vê derê bi amadebûna nûnerên hemî welatên Ewropayê amade ye, ji ber vê yekê jî Brûksel xwedî girîngiyeka taybet e, vê navendê jî dê ji bo Kurdistanê feydeyekê mezin hebe.”

Konfederasyona Revenda Kurdistanî, ku girêdayî Baregayê Barzanî ye, ev çend sal in ku dest bi kirina çalakiyên cuda cuda kiriye. Ev konfederasyon ji toreka mezin a federasyon, navend, komele û navendên Kurdî pêk tê. Heta niha, 21 federasyon û 40 navend li welatên biyanî hatine damezrandin, herwesa 100 navend û komeleyên Kurdî jî hatine vekirin.

 
Fly Erbil Advertisment