Eyad Elawî gihîşt Hewlêrê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Tevgera Hevpeymaniya Wîfaqê ya Neteweyî Eyad Elawî gihîşt Hewlêrê û li gorî ragihandina parêzgeha Hewlêrê, biryar e ku bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive.
Parêzgeha Hewlêrê ragihand ku, Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw îşev (Yekşem, 23ê Mijdara 2025ê) li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokê Tevgera Hevpeymaniya Wîfaqê ya Neteweyî û Serokwezîrê Iraqê yê berê Eyad Elawî û Parlamentera Iraqê Sara Eyad Elawî kir.
Li gorî wê ragihandina Parêzgeha Hewlêrê, biryar e ku Eyad Elawî di vê serdana xwe de çend civîn û hevdîtinên girîng bi rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê re bike.
Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî jî duhî (Şemî, 22ê Mijdara 2025ê) gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serok Mesûd Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin û hin mijarên girîng nîqaş kirin.
