Serok Barzanî ji Şanda Amerîkî re: Divê hikûmeta nû ya Iraqê li ser bingeha destûrê û daxwaza gel be
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a dîplomatîk a Amerîkayê kir û di hevdîtinê de tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke nû li Iraqê li ser bingeha destûrê û berdewamiya gotûbêjan ji bo kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê hat kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro 25ê Mijdarê pêşwazî li şandeke Amerîkayê bi serokatiya Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris kir. Di civînê de Konsula Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê Gwendolyn Green jî amade bû.
Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinên Parlamentoya Iraqê li Serok Barzanî kir û spasiya hewldanên wî yên ji bo serxistina proseyê kir.
Di civînê de, pêngavên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî bal kişand ser qonaxa piştî hilbijartinan li Iraqê û tekezî li ser pêkanîna hikûmeteke nû kir ku "rengvedana daxwaza tevahiya gelê Iraqê be û li ser bingeha destûrê be."
Derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de jî, Serok Barzanî tekezî li ser berdewamiya danûstandinan di navbera hemû aliyên Kurdistanî de ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, guhertin û aştengiyên li navçeyê hatin nirxandin. Her du alî li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên di navbera Amerîka, Herêma Kurdistanê û Iraqê de hevnêrîn bûn.
