Mamoste: Pêdivî heye ku bi hezaran mamosteyên kurdî werin damezirandin
Diyarbekir (K24) – Piştî ku Wezareta Perwerdehiya Tirkiyeyê bo mamostetiya zimanê kurdî tenê 6 mamoste damezirandin, ev yek bû cihê nerazîbûnê. Saziyên zimanê kurdî yên Bakurê Kurdistanê dibêjin ev hijmar ne li gorî pêvajoya ku niha dimeşe ye, li aliyekî Serokê Parlementoyê helbestên kurdî bixwîne û behsa biratiyê bike û li aliyekî jî bo zimanê kurdî 6 mamoste tenê werin damezirandin, ev yek baweriya civakê lawaz dike.
Ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê ve hat ragihandin, 15 hezar mamosteyên nû hatine standin û ji van 15 hezaran jî tenê 6 mamosteyên zimanê kurdî hatine damezirandin. Li gorî daneyan di 13 salan de bo milyonan xwendekarên kurd, tenê 154 mamosteyên zimanê kurdî hatine peywirdarkirin. Li ser vê yekê jî saziyên zimanê kurdî bertek nîşan dan û amaje kirin ku li aliyekê pêvajoya çareseriya pirsa kurd heye û bi gotinên erênî hêvî tên dayîn û li aliyekê jî kêmbûna mamosteyên zimanê kurdî rewşeke nakok derdixe holê.
Rêveberê Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî Saît Ozturk ji K24ê re got: “Li gorî pêvajoya ku niha dimeşe, tayînkirina 6 mamosteyan ji samimiyetê dûr e, nekariye hêviyên me cîbicî bike.”
Li gorî daneyên saziyên zimanê kurdî îsal 59 hezar û 372 xwendekaran waneya bijare ya zimanê kurdî bijartine û mamosteyên zimanê kurdî dibêjin li gel vê hijmarê damezirandina 6 mamosteyan ji pêdiviyên rasteqîn gelek dur e.
Mamosteyê Zimanê Kurdî Alparslan Erdogan dibêje: “Nêzîkî 60 hezar xwendekaran waneya bijare ya zimanê kurdî hilbijartin, lê rêveberên dibistanan ew wane jê birin û niha pergalê de 32 hezar xuya dikin, dema wisa be wezaret jî dibêje pêdivî bi mamosteyên kurdî nîne. Ji ber wê divê waneya zimanê kurdî divê bibe neçarî.”
Saziyên zimanê kurdî dibêjin, kirin û gotinên rayedarên dewletê hev nagirin û pêwîst bû ku demeke pêvajoya çareseriya pirsa kurd heye de hijmara mamosteyên zimanê kurdî bihata zêdekirin.
