Dana Gas: Êrîşa li ser kêlgeha Kormorê bi mûşekan bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kompaniya Dana Gas a Îmaratî, derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Kêlgeha Kormorê de daxuyaniyek belav kir. Kompaniyê piştrast kir, ziyanên canî nînin, lê yek ji tankên wan şewitiye û ji bo ewlehiyê berhemhênan rawestiyaye.

Kompaniya Dana Gas îro 27ê Mijdarê di daxuyaniya xwe de ragihand, yek ji embarên hilgirtina şileyan (liquids) li Kêlgeha Kormorê rastî êrîşeke mûşekî hatiye.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Di encama êrîşê de ti karmendekî me birîndar nebûye. Lêbelê ji bo vemirandina agir û nirxandina rewşê, proseya berhemhênanê hatiye rawestandin."

Dana Gas herwiha diyar kir, ew bi rayedarên navxweyî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re di nava peywendî û hevahengiyê de ne da ku karibin di dema xwe de û bi awayekî ewle berhemhênanê dîsa vegerînin bazarê.

 
 
Fly Erbil Advertisment