Nêçîrvan Barzanî: Êrîşa teroristî ya li ser Kormorê, metirsiyeke rasterast li ser aramiya welat e
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êrîşa li ser Kormorê şermezar kir û ragihand, ev êrîş armancgirtina jêrxana aborî ye. Herwiha daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku tawanbaran ceza bike.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 27ê Mijdara 2025an peyamek derbarê êrîşa şeva borî ya li ser Kormorê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: "Bi tundî ez wan êrîşên terorîstî yên ku şeva borî li ser zeviya Kormorê hatin kirin, şermezar dikim."
Serokê Herêmê destnîşan kir ku ev êrîş ne tenê li dijî cihekî ye, lê belê "dijî binesaziya aborî û xizmetguzariyên giştî yên Iraqê û Herêma Kurdistanê ne û metirsiyeke rasterast li ser asayîş û aramiya welat e."
Di beşeke din a peyamê de, Nêçîrvan Barzanî berpirsyarî xiste ser milê Bexdayê û saziyên ewlehiyê û got: "Erk û berpirsyariya Hikûmeta Federal a Iraqê û saziyên ewlehiyê yên peywendîdar e ku di zûtirîn dem de hewleke ciddî bidin û rêkarên pêwîst û bi bandor bigirin ber ji bo lêpirsîn û sizakirina encamderên vî tawanî û rêgirtin li dubarebûna wê."
