Di peywendiyeke telefonî ya ligel Mesrûr Barzanî de, Sûdanî êrîşa li ser Kormorê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di peywendiyeke telefonî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de, êrîşa li ser Kêlgeha Kormorê şermezar kir û biryara pêkanîna komîteyeke hevbeş a lêkolînê hat dayîn. 

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 27ê Mijdarê peywendiyeke telefonî ji Serokwezîrê Federal Mihemed Şiya Sûdanî wergirt.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Sûdanî di peywendiya telefonî de "bi tundtirîn şêwe êrîşa li ser Kêlgeha Kormorê ya gazê şermezar kir û ew wekî êrîşeke li dijî hemû Iraqê bi nav kir."

Her di wê pêwendiya telefonî de biryar hat dayîn ku komîteyeke lêkolînê ya hevbeş bê pêkanîn. Ev komîte dê di demeke herî nêz de dest bi kar bike ji bo dîtin, girtin û cezakirina wan kesên ku ev êrîş encam dane.

Şeva borî Kêlgeha Kormorê ya li sînorê Çemçemalê rastî êrîşeke droneyî hat û agir bi embareke gazê ket. Rêveberê Berevaniya Sivîl a Çemçemalê Luqman Hesen ragihand, sibeha îro tîmên wan karîne agirê ku nêzîkî 9 demjimêran li embareke gazê berdewam kiribû, kontrol bikin.

Wezaretên pêwendîdar ên Herêmê jî piştrast kirin ku ji ber rawestana hinartina gazê, berhemhênana elektrîkê ji 4000 megawatan daketiye 1500 megawatan.

 
 
Fly Erbil Advertisment