Beşar Emîn: Serok Barzanî tekezî li ser yekrêziya navmala Kurdî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Beşar Emîn, hûrgiliyên civîna şanda partiya xwe ya li gel Serok Mesûd Barzanî aşkere kirin. Emîn ragihand, Serok Barzanî rola sereke di nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de dibîne û tekez kir ku her cure danûstandinek bi Hikûmeta Sûriyeyê re divê bi rêya "Şanda Hevbeş" be.

Beşar Emîn îro 27ê Mijdarê di hevpeyvînekê ligel Kurdistan24ê de, bersiva çend pirsên girîng derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, peywendiyên bi Herêma Kurdistanê re û paşeroja diyaloga Kurdî-Kurdî û Kurdî-Sûriyeyî da.

Civîna bi Serok Barzanî re

Beşar Emîn civîna li gel Serok Barzanî wekî civîneke "berhemdar û zelal" binav kir û got: "Di civînê de tekezî li ser şopandin, diyaloga zelal û avaker hat kirin. Serok Barzanî li ser giringiya yekrêziya navmala Kurdî û peywendiya li gel aliyê din ê rêkeftinê (PYD/Rêveberiya Xweser) rijd bû."

Emîn destnîşan kir jî, rola Serok Barzanî di nêzîkkirina nêrînên ENKS û PYDê de ya herî berbiçav e û got: "Cenabê Serok berê jî çavdêriya rêkeftinên Hewlêr 1, Hewlêr 2 û Rêkeftina Dihokê kiribû ku bûne bingeh ji bo rêkeftinên nû."

Yekrêziya Navmala Kurdî û Şanda Hevbeş

Derbarê mekanîzmaya yekrêziyê de, Beşar Emîn amaje bi Konferansa 26ê Nîsana 2025an kir û got: "Bi rêya vê konferansê, ENKS û PYD karîn di mijarên niştimanî yên Sûriye û neteweyî yên Kurdî de bigihîjin nêrîneke hevbeş."

Li ser rola Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Emîn helwesta partiya xwe wiha anî ziman: "Em bi tundî daxwaz dikin ku Şanda Hevbeş di hemû pirsên ku têkildarî doza Kurdî ne de, beşdar bibe."

Danûstandina bi Hikûmeta Şamê re

Yek ji xalên girîng ên hevpeyvînê, mijara diyaloga bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê re bû. Beşar Emîn xêzên sor ên partiya xwe diyar kirin û got:
"Eger diyalog bi Rêveberiya Veguhêz a Sûriyeyê re çêbibe, divê tenê bi rêya Şanda Hevbeş be û ev şande dê berevaniyê li Belgeya Siyasî ya Hevbeş bike."

Derbarê helwesta Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de jî, Emîn got: "Daxuyaniyên wî heta niha erênî ne û soz dide ku mafên Kurdan di destûra paşerojê ya welat de bicî bike, lê heta niha desthilatê rê nedaye diyaloga fermî ligel Şanda Hevbeş."

Piştgiriya Herêma Kurdistanê

Di dawiyê de, Endamê Polîtburoya PDK-Sê spasiya piştevaniya berdewam a Serok Barzanî Herêma Kurdistanê kir û got: "Peywendiya me dîrokî ye û piştgiriya Serok Barzanî û Herêmê ji bo partiya me, ENKS û gelê Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de berdewam e, bi taybetî di demên teng de."

 
 
Fly Erbil Advertisment