Wezareta Elektrîkê: Rewşa elektrîkê normal bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, vegera gazê ji bo westgehên elektrîkê berdewam e û rewşa elektrîkê normal bûye.
Birêvebirê Giştî yê Dîwana Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Erdelan Doskî îro (Pêncşem, 30ê Mijdara 2025ê) ji Kurdistan24 re ragihand: “Vegera gazê ji bo westgehên elektrîkê berdewam e û rewşa elektrîkê wekî berî êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê vedigere rewşa normal.”
Birêvebirê Giştî yê Dîwanê got: “Li hemî tax û cihên ku elektrîka wan bûye 24 saetî, rewş normal bûye. Herwesa ew taxên ku hîn elektrîka 24 saetî negihîştiyê jî, dê di çend saetên bê de normal bibe.”
Erdelan Doskî amaje jî da ku, niha sê hezar û 100 megawatên elektrîkê hene û tenê hezar û 100 megawat pêdivî ne heta ku rewşa elektrîkê bi tevahî normal bibe, lê tekez kiriye ku di saetên bê de dê bi tevahî normal bibe.
Nêzî saet 23:30 roja Çarşemê (26ê Mijdara 2025ê) bi rêya dronan êrîşî ser Zeviya Gazê ya Kormorê li qezaya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê hat kirin, ku bû sedema rawestandina berhemanîna gazê li wê zeviyê û hinardekirina gazê ji bo hemî westgehên elektrîkê.
Li gorî daxuyaniyeka hevpar a Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Wezareta Elektrîkê, ew êrîş bi dronê hatibû kirin. Tu zirarên canî ji wê êrîşê çê nebûne, lê berhemanîna elektrîka giştî ya Kurdistanê 80% kêm kir.
