Patiryarkê Kildanî: Êrîşa li ser Kormorê rewşê aloztir dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Patiryarkê Kildanî wekî nûnerên Patiryarkiya Kildanî êrîşa li ser Zeviya Gazê ya Kormorê bi tundî şermezar dike û wê êrîşê wekî sedema qutbûna elektrîkê û aloztirkirina rewşa Iraqê dibîne, herwesa bang li aliyên siyasî jî dike ku piştî hilbijartinan lezê di yekkirina helwestan û avakirina hikûmeteka neteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkan de bikin.

Kardînal Lwîs Rafaêl Sako wekî nûnerê Patiryarkiya Kildanî di beyannameyekê de bi tundî nerazîbûna xwe li beranberî wê êrîşê diyar kir a ku li ser Zeviya Gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Wê beyannameyê herwesa amaje daye: "Ev kiryar bûye sedema qutbûna elektrîkê ji welatiyan û dezgehên hestyar, herwesa êrîşên wesa bêwate û nîşandana hêzê tenê rewşa siyasî ya Iraqê aloztir dikin û tu pirsgirêkan çareser nakin."

Patiryarkê Kildanî di pareka din a wê beyannameyê de tekez li ser girîngiya qonaxa piştî hilbijartinan kiriye û pêdivî dîtiye ku, aliyên siyasî bi lez kar ji bo yekrêzî û hevahengiya helwestan bikin. Armanca van bizavan jî ew e ku hikûmeteka neteweyî di zûtirîn dem de bê avakirin.

Navbirî ron jî kiriye ku, divê hikûmeta bê hikûmeteka cidî be û bizavê bike ku hemî pirsgirêkên li ser hev kombûyî bi rêya diyaloga berpirsiyarane û wêrekane, dûrî zihniyeta teng a mezhebî, çareser bike da ku ew bikare xizmeta berjewendiyên welat û hemî welatiyên Iraqê bike.

Fly Erbil Advertisment