Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê: Konsulxaneya nû dê platformeka ewle peyda bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand ku, Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê dixebite ku Rojhilata Navîn ber bi serdemeka aramî û geşbûnê ve bibe.

Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) ragihand: “Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê bi serokatiya Donald Trump dixebite ku Rojhilata Navîn ber bi serdemeka aramî û geşbûnê ve bibe.”

Konsulxaneya Amerîkayê amaje jî da: "Veberhênana Amerîkayê li konsulxaneyeka nû dê bibe sedema dabînkirina platformeka ewle ji bo pêşxistina berjewendiyên Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê û nîşandana wê nirxa ku Iraqeka serwer, ewle û pêşkeftî dibe xizmet ji bo gelê xwe û Amerîkayê."

Avahiya nû ya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 3ê Berçileya 2025ê) hat vekirin, ku wekî konsulxaneya herî mezin a Amerîkayê li cîhanê tê hesibandin.

Xerciya avahiya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya nû li Hewlêrê, ku kevirê wê yê bingehîn li sala 2018ê hatiye danîn, zêdetirî 795 milyon dolaran bûye û li ser rûberê 206 hezar metrên ducarkî hatiye çêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment