Amerîka dronên bombebarkirî "LUCAS" li Rojhilata Navîn bicih dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon), cureyeke nû yê dronên bombebarkirî xiste xizmeta Fermandariya Navendî (CENTCOM) û yekem karwanê wan li Rojhilata Navîn bicih kir. Ev yeke bi navê "Yekeya Pêvedana Dûpişk" tê naskirin.

Li gorî rapora rojnameya "Wall Street Journal", ev dronên nû ku dişibin dronên Îranî, bi lêçûneke kêm hatine hilberîn. Hat zanîn ku ev dron çar meh berî dema ku Wezîrê Berevaniyê Pete Hegseth diyar kiribû, hatine amadekirin.

Drona "LUCAS" çi ye?

Navê drona nû "LUCAS" e û li ser şêweya drona "Şahid 136" ya Îranê hatiye dîzaynkirin. Taybetmendiyên wê yên sereke ev in:

- Dikare dûr bifire.

- Bi lez digihîje armancê û xwedî hêzeke wêranker a mezin e.

- Lêçûna wê (35 hezar dolar) ji ya mûşekan gelek kêmtir e.

Berhema Kompanyaya SpektreWorks

Berpirsekî Pentagonê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ragihand ku ev dron ji aliyê kompanyaya SpektreWorks ve hatine çêkirin û niha di destê hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn de ne.

Li gorî zanyariyan, herçend LUCAS dişibe drona Îranî, lê xwedî taybetmendiyên zêdetir û şiyaneke bi bandortir e. 

 
 
Fly Erbil Advertisment