Vekirina mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, destpêka qonaxeke nû ya pêwendiyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Vekirina avahiya nû ya Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê, ku mezintirîn konsulxaneya wî welatî ye li ser asta cîhanê, wekî destpêka qonaxeke nû ya stratejîk di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de tê pênasekirin.

Şêwirmendê Bilind ê Karûbarên Siyasî û Dîplomasî li Fermangeha Pêwendiyên Derve Saman Soranî ji K24ê re ragihand, bi vekirina vê konsulxaneyê, têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê derbasî qonaxeke stratejîk a nû bûne û got: "Amerîka niha wekî hevbeşekî girîng û stratejîk li Herêma Kurdistanê dinêre."

Soranî destnîşan kir, aramî û pêşketina Herêma Kurdistanê ji bo siyaseta Amerîkayê li navçeyê girîng e. Amerîka hewl dide ligel berfirehkirina pêwendiyên dîplomatîk, pêwendiyên bazirganî û aborî, nemaze di warê enerjiyê de ligel Hewlêrê xurtir bike.

Rayedarê Fermangeha Pêwendiyên Derve tekez kir jî, biryara vekirina mezintirîn konsulxaneya cîhanê li Hewlêrê, encama aramiya bajêr û hewldanên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye. Li gorî nêrîna Amerîkayê, îro Hewlêr li ser asta Rojhilata Navîn paytexta herî ewle û aram e.

Li aliyê din Serokê Enstîtuya Lêkolînên Amerîkî-Kurdî Karox Xoşnaw jî diyar kir, ev pêngav nîşana serkeftina siyaseta dîplomasî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Xoşnaw got: "Di paşerojê de Amerîka wê vir bike navendeke biryarê ji bo Rojhilata Navîn."

Niha nûnertiyên 28 welatan, Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê hene. Di nava van 28 welatan de, her pênc endamên daîmî yên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekgirtî jî cih digirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment