HSD daxwaza vegera awareyên sê deveran dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) salvegera yekê ya nemana rejîma Beisê ya Sûriyeyê li gelê Sûriyeyê pîroz kir û tekez kir ku, wê rejîmê ew welat ber bi karesatê ve bir û bi dehan salan tundûtûjî li dijî gelê xwe kir.

Serkirdetiya HSDê îro (Duşem, 8ê Berçileya 2025ê) di daxuyaniyekê de got: "Bakur û rojhilatê Sûriyeyê deverên yekê bûn ku li sala 2012ê dezgehên ewlehiyê yên rejîmê derxistin û rêveberiyeka demokratîk û Hêzên Parastina Gel ava kirin, ku paşê bûn Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rûbirûyî terorê bûn û bi hezaran endamên wê hatin kuştin."

Di wê daxuyaniyê de hat gotin, "Gelê bakur û rojhilatê Sûriyeyê di dema desthilata Beisê de ji ber siyaseta dûrxistin, birçîbûn û awarebûnê dinalî, ji ber vê yekê jî divê ku ew bêhna xwe vede."

HSDê amaje jî da ku, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dixwazin diyalogeka neteweyî ya berfireh dest pê bikin ku maf û wekheviya neteweyan garantî bike. Tekez jî kir: "Divê vegera xelkê aware yê Efrîn, Girêspî û Serê Kaniyê serpişka karên hikûmetê be ji ber ku ne mimkin e bê paşguhkirin."

Di dawiya wê daxuyaniyê de jî amaje hatiye dan ku, ew dê wekî hêza sereke ji bo parastina deverên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bimînin, herwesa kontrolkirina zihniyeta rejîma kevin û avakirina dewletekê li ser bingeha azadî, edalet û hevpariyê dest pê dike.

Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê li serê sibeha roja Yekşemê (8.12.2025) ketin nav Şamê û dawî li desthilatdariya 24 salan a rejîma Beşar Esed anî. Beşar Esed û malbata xwe reviyan Moskoyê. Çend caran jî Ehmed Şera daxwaza radestkirina Esed ji Rûsyayê kiriye lê Moskoyê red kiriye.