Şîfa Barzanî: Baregeha Barzanî piştgiriyê dide kongreya Afretên Diyasporayê
Navenda Nûçeyan (K24) - Di pêngaveka stratejîk de ji bo aktîvkirina rola jinên Kurd di navendên navneteweyî de û bilindkirina asta lobiya Kurdî li Ewropayê, Baregeha Barzanî bi fermî piştgiriya xwe bi tevahî ji bo kongreya yekê ya Afretên Diyasporaya Kurdistanî li Almanyayê ragihand.
Wekî parek ji nerîna Serok Barzanî ji bo yekkirina şiyanên diyasporaya Kurdî û gihandina dengê rewa yê gelê Kurdistanê ji bo cîhana derve, Serperiştê Giştî yê Diyasporaya Kurdistanî li Baregeha Barzanî Şîfa Barzanî ji Kurdistan24ê re daxuyaniyek da.
Şîfa Barzanî ji Kurdistan24ê got: “Bi raspardeya Serok Barzanî û bi hevahengiya Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanî, em bi tevahî piştgiriyê didin vê kongreyê û Konfederasyona Afretên Diyasporaya Kurdistanî, ku îro (Şemî, 13.12.2025) konferansa xwe li Almanyayê li dar xist.”
Navbirî tekez jî kir: “Jinên Kurd, çi li hundir û çi jî li derveyî welat, divê li kêleka mêran ji bo doza rewa ya neteweya xwe xebatê bikin, xasma jî ku jin li cîhana derve di hemî warên jiyanê de roleka bibandor dilîzin.”
Serperiştê Giştî yê Diyasporaya Kurdistanî li Baregeha Barzanî amaje jî da: “Rêkxistina wan di vê qonaxê de dikare bandoreka mezin li ser raya giştî ya gelên rojava çê bike û ji bo zêdetir nasandina maf û daxwaziyên xelkê Kurdistanê bibe pireka bihêz.”