Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêrê siyasî Jiyan Omer ragihand, sedema sereke ya cîbicînekirina rêkeftina 10ê Adarê, nebûna baweriyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta nû ya Şamê de ye. Omer herwiha rexne li dîplomasiya Kurdî girt û tekez kir ku tenê piştrastbûna bi hevalbendiya Amerîkayê têrê nake.

Çavdêrê siyasî Jiyan Omer ku di heman demê de Parlamenterê Berlînê ye ji Kurdistan24ê re behsa çarenivîsa rêkeftina 10ê Adarê ya di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de kir û sedemên rawestana wê şîrove kirin.

"Hikûmeta Şamê gavên cidî neavêtine"

Jiyan Omer diyar kir, Hikumeta Veguhêz a Şamê heta niha ti gavên pratîkî ji bo qebûlkirina Rêveberiya Xweser neavêtine. Omer got jî: "Sedema sereke nebûna baweriyê ye. Hikûmeta Şamê negotiye ka ew ê çawa vê rêveberiyê bikin parçeyek ji rêveberiya giştî ya Sûriyeyê. Tevî ku Rêveberiya Xweser gelek caran amadehiya xwe nîşan daye ku ji bo xizmetguzariyan tawîzan bide, lê rejîma Şamê sîstemeke navendî dixwaze û naxwaze behsa federalîzmê an nenavendîbûnê bike."

Bi dîtina Omer, heta ku sîstemeke nenavendî neyê qebûlkirin, Sûriye nabe demokratîk û pirsgirêk çareser nabin. Herwiha tekez kir jî, "cografyaya Sûriyeyê hatiye parçekirin û vegera bo sîstema navendî ya mîna serdema Esed, êdî ne pêkan e."

"Bingeha rejîma nû Îslamîst e"

Derbarê pêkhateya hikûmeta nû ya Şamê de, Jiyan Omer hişyarî da û got: "Bingeha vê rejîma nû Îslamîst e. Gelek ji wan berê di nav DAIŞ û El-Qaîdeyê de bûn û şerê Kurdan kirine. Kesên ku îro bûne fermandar, destê wan di xwîna siyasetmedarên Kurd ên wekî Hevrîn Xelef de heye. Ji ber vê yekê bawerî di navbera her du aliyan de nîne."

Omer amaje bi wê yekê jî kir jî, Amerîka ji bo kêmkirina bandora Tirkiyeyê piştgiriyê dide Ehmed Şera, lê divê Amerîka bizane ku ev hêzên han metirsî ne û tenê Kurd hevalbendên rastîn ên şerê dijî terorê ne.

"Dîplomasiya Kurdî lawaz e"

Di beşeke din a axaftina xwe de, Jiyan Omer rexne li şêwaza karê dîplomatîk ê aliyên Kurdî girt û got: "Mixabin heta niha aliyên Kurdî peywendiyeke xurt bi Parlamentoya Ewropa an Parlamentoya Almanyayê re danenîne. Wekî partî û siyasetmedar nehatine daxwazên xwe bi awayekî fermî û nivîskî pêşkêş nekirine."

Jiyan Omer di dawiyê de got: "Kurd di warê dîplomasiyê de lawaz in. Amerîka û Ewropa li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Kurd tenê pişta xwe didin hebûna xwe ya bi Amerîkayê re, lê ev têrê nake. Divê Rêveberiya Kurdî danûstandinên baştir bi dewletên Ewropî re bike, ji ber ku Ewropa li dû aramiyê ye û aramî jî tenê bi sîstemeke nenavendî pêk tê."